Ji bo nûçeya Tirkî
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî hêzên dewletê êrişeke bombeyî pêk hat û di encamê de polêsek û leşkerek hatin kuştin, 9 polês û leşker jî birîndar bûn
Li Nisêbînê ji 14ê Adarê vir ve derketine derve hatiye qedexekirin û ji hêla hêzên dewletê ve lê operasyon tê kirin.
TSKyê bi daxuyaniyek ragihand ku îro saet 12:30an de dema li navçeyê operasyon dewam dikir, ji hêla hêzên PKKê ve êrişeke bombeyî hatiye kirin.
Di encama êrişa ku li taxa Yenişehirê pêk hat de, leşkerek hat kuıştin û 10 polês-leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 10 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê lê polêsek ji wan birîndaran li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê canê xwe ji dest daye. Dermankirina 9 birîndarên din dewam dike.
YPSê bi daxuyaniyek ragihand ku wan îro hêzên xwe bi temamî ji Nisêbînê vekişandine.
(NV/YO)