Ji bo nûçeya Tirkî
Yekîtiya Parstina Sivîlan (YPS) bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên wan îro bi temamî ji navçeya Nisêbînê vekişiyane. Li Nisêbînê ji 14ê Adarê vir ve derketina derve hatibû qedexekirin û piştî 72 rojan hêzên YPSê ji navçeyê vekişiyan.
Di wê daxuyaniya YPSê de hat ragihandin ku li taxa Tunçê ya Nisêbînê welatiyên sivîl hene. YPSê ji bo wan welatiyên sivîl bangê li saziyên sivîl kir ku bo ewlehiya canê wan bila têkevin nav lîv û tevgerê.
‘Li Nisêbînê tu hêzeke çekdarî nîne’
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê, Kordîsnasyona Giştî ya YPSê di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘Hêzên me îro bi temamî ji navçeya Nisêbînê bi serkeftî vekişiyane û gihiştine baregehên xwe.’
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku li taxa Tunçû gelek jin, zarok û ciwan jî tê de welatiyên sivîl mane û ji di nav wan de birîndar jî hene.
Piştî daxuyaniya YPSê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji ANFê re axivî û ragihand ku ew teqmîn dikin ku hêj 50 hezar welatiyên sivîl li navçeyê ne. (BK/YO)