Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo ku bajarê Reqayê ji destên DAIŞê bêne derêxistin operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji çar aliyan ve operasyonê dibin ser bajarî, hêzên hevpeymaniyê jî bombeyan dibarînin.
Li gor Hikmet Durgunê nûçegihanê Sputnikê, herdu lîwayên leşkerî yên Ehrar Reqa û Tehrîr operasyonê dikin.
Hat diyarkirin ku ji bendava Tişrînê û ji Gundê Eyn Îsayê operasyon hatiye kirin.
Xelkê Reqayê direvin bajarê Dêrezorê. Tackir Kobanî ji Sputnikê re dîyar kiriye wan ji gundê Eyn El Issa dest bi operasyonê kiriye di heman demê de hêzên hevpeymanê jî bombe li ser bakurê Reqayê barandine.
Reqa kû der e?
Li Bakurê Sûriyeyê ye. Li ser ava Feratê ye.
Helep 160 kîlometreyan li rojavayê wê ye. Nêzîkî 220 niştecihên wê hene.
Ji mehên paşiyê yên sala 2013ê heta niho Reqa di bin konrola DAIŞê de ye.(EKN/MB)