Li taxa Yenişehirê ya Nisêbînê bombeya bidestçêkirî ku ji hêla hêzên YPSê ve hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 8 leşker jî birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ku ji 14ê Adarê vir ve derketina derve lê hatiye qedexekirin, operasyonên hêzên dewletê dewam dike. Li taxa Yenişehirê ku lê operasyon dewam dike, teqînek pêk hat û di encamê de 3 jê giran 9 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştî leşkerên birîndar birîn nexweşxaneyê, yek ji wan ku rewşa wî giran bu jiyana xwe ji dest da û dermankirina 8 leşkerên birîndar jî berdewam dike.
Herwiha îro li Wanê ser rêya Payîzava-Artemêtê jî di navbera hêzên HPGê û artêşa tirk de şer derket û di encamê de leşkerek jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
(VN/YO)
NisêbînNavçeya Mêrdînê ye. Nifûsa navçeyê 97.156 e. Li başûrê wê bajarê Qamişlo heye. 15 taxên wê hene. Selaheddîn Eyyûbî, Devrîm, Sekiz Mart, Bariş, Firat, Girnavas, Îpekyolu, Zeynelabidin, Moryakup, Dicle, Yenituran, Yenişehir, Abdulkadirpaşa, Yeşilkent. Hevşaredarên navçeyê: Sara Kaya û Cengiz Gok (Partiya Herêmên Demokratîk) Encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê:HDP: %89.38, AKP: %8,62, CHP:%0,63 Encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê:HDP: % % 90,42, AKP: % (% 6,53, CHP:%0,37 |