Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şahiyên Newrozê yên ku bi pêşengiya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) hatiye pêkanîn li Halk Pazariya Bakirkoyê didome.
Ji bo vê şahiyê 15.000 polîs hatine erkdarkirin. Beşdarên şahiyê li sê cihan têne kontrolkirin. Ji siet 8ê ve şahiyan dest pê kiriye.
Pîrozkirina Newrozê
16:56: Beşdarên şahiya Newrozê dest bi çûnê kirin.
16.16: Koma Hîvron distire. Dawet tê lîstin.
Pervin Buldan: Yên Stenbol ji destê wan derbikeve Tirkiye dê ji destê wan derbikeve
15:20: Hevseroka HDPyê, Pervin Buldan axivî.
"Dema ku em ê destê xwe danin ser wijdana xwe û ber bi sindogan ve biçin we'ida me ew e ku em ê siberojeka azad ji bo zarok û ciwanên xwe çêbikin.
"Gelê me yê delal di dîrokê hemiyê de serkeftin bi berxwedanê pêk hatine. ...Em ê 31ê Adarê derseka dîrokî bidin.
"Yên ku li Stenbolê têk biçin dê li Tirkiyeyê jî têk biçin.
15.07: Navê sîyasetmedarên girtî yek bi yek tê xwendin. Gelê li meydanê piştî xwendinaher navî dibêjin "li vê derê ye."
14:20: Hevseroka HDPyê, Pervin Buldan, beşdarî şahiyên Newrozê bû.
14.11: Peyama Tevgera Jinên Azad hat xwendin.
Peyamên wan kesên ku di greva birçîbûnê de ne hatin xwendin
14.09: Girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin tecrîd rabe.
"Em girtîyên ku bedena wan mehkûm lê hişê wan azad Newrozê bi çoşeka bilind pîroz dikin.
"Em bi hêza me ji we standî dimeşin. Em amade ne hemî bedelan bidin.
"Heke daxwazên me bêne qebûlkirin em ê dest ji grevê berdin. Heke neyê qebûlkirin em li ser biryara xwe rijd in, em ê ji biryara xwe neyên xwarê."
13.34 Gotara Komîteya NEwrozê amade kirî bi zimanên kurdî û tirkî hatin xwendin.
13.10 Dayikên Aştiyê û siyasetmedaran agirê Newrozê pê xistin.
13.07 Peyama Ayten Becetê hat xwendin. Wê li Girtîgeha Gebzeyê xwe kuştibû û xwestibû tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalanî rabe.
12.47 Hevserokê HDKyê Sedat Şenoğu û wekîlê ji TKPyê Erkan Baş, berdevkê HDPyê Saruhan Oluç û Dayikên Aştiyê di nav beşdaran de ne.
12.47 dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" têne qêrîn.
12.00 Dirûşmên "başkan Selo(Serok Selo)" têne gotin. Şahiyan dest pê kir.
12.00 Hûnermenda ji herêma Behra Reş, Ayşenur Kolivar çû ser dikê.
11.15 Bala me kêşa ku gelek jinan cil û bergên xwe yên folklorî li xwe kirine.
11.10 Polîsan nehiştin hin rojnameger li nokteyên kontrolê wêne û dîmenan bigirin.
11.05 Ji bo wan kesên çûyîn meydanê polîsan gotin "ji bilî alaya tirkan em destûrê nadin ku ti ala bêne derbaskirin."
11.00 Baran Demir û Emine Sonda li nokteya kontrolê hatin desteserkirin.
11.15 Nivîsa "Newroz pîroz be bi dikê ve hat hilawistin.
11.44 Hin kes dawetê dikin.
(EMK/MB)