Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cejna Krîsmisê duh bi şev dest pê kir.
Cejna Krîsmisê weke yek ji kevntirîn cejnên mirovatiyê tê qebûlkirin û di vê rojê de zayîna Mesîh ango Pêxember Îsa tê pîrozkirin. Protestan û Katolîk vê cejnê di 25ê Kanûna Pêşiyê (Berfanban) de, Ortodoks jî di 6ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) de pîroz dikin.
Pîrozbahî li hin welatan heta şeva 26ê Kanûna Pêşiyê berdewam dikin.
Suryanî bi navê Yaldoyê pîroz dikin
Suryanî jî vê cejnê weke Yaldoyê bi nav dikin.
Beriya pîrozkirina vê cejnê bi 10 rojan, rojiyê digirin ku di van rojan de divê goşt, mast, penêr û tiştên weke van neyên xwarin. 25ê Kanûna Pêşiyê di saetên sibehê de li dêrên xwe pîroz dikin.
Heman cejn, di hin zimanan de weke Cejna Noelê jî tê zanîn. Gotin ji latînî tê ku koka wê Natalîs e û di wateya zayînê de ye.
Gotina Krîsmisê ango Christmas ji gotina Khristosa (Mesîh) Yewnanî û messaya latînî tê.