Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
PENa (Komeleya Nivîskaran a Navnetewî) Tirkiyeyê wê meha Îlonê li ser “Aştiyê” civînan pêk bîne.
Di çarçoveya bernameya PENê de wê 19ê Îlonê li Îzmîrê, 21ê Îlonê li Enqereyê û 25ê Îlonê jî li Amedê civîn çêbibin.
Îzmîr
19ê Îlonê roja çarşemê saet di 18.00 deqîqeyan de li Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya Şaredariya Konakê wê bernameyek çêbibe. Navê bernameyê “Berpirsiyariya Parazvaniya Aştiyê û Edebiyat” e. Wê Ceren Olpak, Tacim Çiçek û Halûk Işık di bernameyê de biaxivin. Bername di bin serokatiya Sevim Korkmaz Dînçê de bi rê ve biçe.
Enqere
21ê Îlonê roja înê saet di 18.30 deqîqeyan de li Sehneya Yilmaz Guneyî ya Şaredariya Çankayayê bernameya di bin navê “Edebiyat û Aştî” wê çêbibe.
Erendüz Atasü, Alper Akçam, Ahmet İnam û Yaşar Seyman weke axavtan wê beşdarî bernameyê bibin.
Amed
Roja yekê ya 6em Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, 25ê Îlonê roja sêşemê, saet di 17.45 deqîqeyan de bernameya “Hêza Edebiyatê û Aştî” bi rê ve biçe.
Moderatorê bernameyê Halîl Îbrahîm Ozcan e. Aslı Peker, Celal İnal û Ahmet Çakmak wê biaxivin. (HK/FD)