Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademîya Fîlman a Ewropayê îsal Xelata Fîlma Zarokan a Herî baş da fîlma Fatîh Akinî ya bi navê, Bi Xatirî Te Berlîn.
Lijneyeka ku endamên wê zarokên 12-14 salî ne fîlma herî baş hilbijart. Zarokên 37 bajarên wek Barcelona, Stenbol û Tel Avivê ji bo filbijartina fîlmê raya xwe got.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê lijneyê ji sê fîlmên mayîn fînalê fîlmê Fatîh Akinî hilbijartiye.
Kitêba Wolfgang Herrndorfsî ya ku bi 30 zimanan hatiye wergerandin wek fîlmekê hatiye amadekirin. Navê fîlmê yê orjînal Tschick e. Fîlm di sala 2016ê de li Tirkiyeyê jî hat nîşandan.(YY/MB)