Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şener Şenî Xelata Mezin a Çand û Hûnerê ya Serokkomariyê stand.
Xwediyên xelatan piştî xelat-standinê axivîn. Şener Şenî di beşa sînemayê de xelat stand. Dema Şenî xelat stand wî peyamên aştiyê dan.
Civakên li tiştên baş, rast û spehî digerin
Şener Şenî got:
“Ez her dem di wê baweriyê de me ku civakên li tiştên baş, rast û spehî digerin dikarin di aştiyê de bijîn. Herweha ez bawer dikim ku çîrokên rast jî dê di civakê de li şûna pevçûnan hezkirin û hirmetdayinê serdest bike. Ez di 75 saliyê de hê jî di wê baweriyê de me. Ev bawerî min li ser pêyan dihêle. Ez xelatê ji bo piştgiriyê bide aştiya civakî distînim.”(HK/MB)