Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hejmara 8an ya Zaremayê ku kovareke bi kurdî ye, derket. Kovara ku 2 sal in bênavber tê weşandin, ji îro şûnde bi hejmara xwe ya 8an wê bigihêje xwendevanên xwe.
Mijara hejmara 8an sînemaya kurdî ye
Hejmara 8an bi giştî li ser sînemaya kurdî ye. Di vê hejmarê de bi feraseta nivîskarên ji gelek aliyan ve çawaniya sînemayê tê nirxandin. Di vê çarçoveyê de rewşa heyî ya sînemaya kurdî, pirsgirêk û kêmasiyên wê û siberoja çanda sînemayê di warê netewî, siyasî û hunerî di tehma zimanê kurdî de tê nîqaşkirin.
Anthony Smith di nivîsa xwe ya bi navê “Xuyangên Neteweyê: Sînema, Huner û Nasnameya Neteweyî” de qal dike ku di salên 1930‘î de dema Yekîtiya Sovyetan bûbû hedefa Almanyaya Hitler, rejima sosyalîst çawa bi riya sînemayê hewl daye hestên neteweperwer û qehremaniyê xurt bikin.
Khosro Sina li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha sînemaya Îranê qala peydabûna “fîlmên bi zimanê kurdî” dike û bandora şert û mercên civakî yên Serdema Reformê li ser van fîlman bi riya teoriyên Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco û Pierre Bourdieu vedibêje.
Nivîsa Suncem Koçer “Sînemaya Kurdî wek Cureyek Rabêja Neteweborî: Dîtbariya Sînematîk, Berxwedêriya Çandî û Aktoriya Siyasî” xebateke antropolojîk e ku bi riya çavdêrîkirina festîval û çalakiyên derbarê sînemaya kurdî û beşdarên van çalakiyan, hevpeyvîn bi sînemager û çalakgerên sînemaya kurdî re û analîzkirina axaftin, nêrîn û gotinên wan panorameyekê sînemaya kurdî ya li bakurê Kurdistanê xêz dike. Taybetî çavdêriyên derbarê nîqaşa ‘yekem fîlmê kurdî’ Zarê de balkêş in.
Kemal Yildizhan di nivîsa xwe ya “Çirkîn Qralê Mezlûman: Yılmaz Güney” de bala xwendevanan dikşîne aliyê kurd ê sînema û jiyana sînemagerê binavûdeng Yılmaz Güney û îtiraz dike ku tenê ji ber ku zimanê fîlmên wî tirkî ye, ew wek derhênerekî sînemaya tirk bê binavkirin.
Derhêner Omer Leventoglu nîqaşa giştî ‘sînemaya kurd’ an ‘sînemaya kurdî’ kiriye mijara nivîsa xwe ya bi navê “Li ser Nîqaşa Sosret a ‘Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd’ Tevlêbûneke Derxetî: ‘Çê’kirina Sînemayê û ‘Çêtir’kirina Jiyanê’.
Di çarçoveya mijara dosyayê de her wiha nivîsên Çetoyê Zêdo, Hûdaî Morsumbul û Zeynel Dogan jî cih digirin.
Di naveroka kovarê de 2 nivîs derbarê mijara dosyayê de nîn e. Yek ji wan nivîsan ya Metin Yuksel e û ya din jî ya Burhan Tek e.
Kovara Zarema
Kovara Zarema di Gulana 2014a de li Amedê dest bi weşanê kiriye. Her sal di meha îlonê, çile û gulanê de derdikeve; niha hejmara 8an jî derket. Zarema seranser kurdî ye û nivîsên derbarê wêje, şano, sînema û zanistên mirovî tê de cî digrin.
Heta niha ji her du hejmaran yekê dosyeyên taybet hebû. Hejmara duyem de babeta dosyeyê ‘Dijmêtingerî’ bû. Ji xwendinên wêjeyî, sînemayî û siyasî yên bi riwangeyeke dijmêtingerî pêk dihat. Hejmara çarem bi babeta femînizmê, hejmara 6 û 7an de bi giranî li ser helbesta kurdî ya modern bû. Taybetiya van her du hejmaran ew bû ku yekem car ewqas nivîsên nû û balkêş derbarê helbesta kurdî a modern li Rojhilata Kurdistanê cî digirtin.
(YO)