Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Koma Vateyê ya ku ji bo standartkirina Zazakî û li hev kirina li ser qaîdeyên nivîsîna bi Zazakîyê ji sala 1996ê ve xebatên xwe didomîne, li Amedê kom bû.
Koma Vateyê ji bo çêkirina termînolojiya şaredariyan, di komxebatekê de li ser 2.500 gotinan çar rojan xebitîn.
Termînolojî berê bi zaravayê Kurmancî hatibû çêkirin dema termînolojiya bi zaravayê Zazakî temam bibe dê li şaredariyan bê belavkirin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zûlkûf Karatekîn, serokê Beşa Çand û Hûnerê Cevahîr Sadak Dûzgûn, Midûrê Çandê Edîp Yaşar û Midûra Geşkirina Zimanî Xezal Aslan beşdarî komxebatê bûn û sohbet kirin.
Ji bo komxebatê 21 kesên ji bajarên cida yên zazakîaxêv û xwedanên pîşeyên cida gihan hev.
Li ser navê Koma Vateyê, Mûnzûr Çem axivî û got: ‘’ Em gelek pê şad dibin ku ji bo Zazakîyê qedir û qîmet tê dayin. Ji niho pê ve, berpirsiyarî dikeve ser we. Têkiliyên me dê bidomin.’’
Çemî diyar kir, ji ber ku Zazakî zimanê gundan e gotinên nûjen nînin û ew hewil didin gotinan çêbikin û got ‘’di ferhenga herî dawiyê hatî çêkirin de, gotinên ji hemî herêman hene.’’
Çemî got dawiya îsal hejmara 50. ya Kovara Vateyê dê bê çapkirin û cara pêşiyê ye ku kovareka zazakî dê hejmara xwe ya 50. çap bike.
Haydar Diljenî diyar kir ku ji sala 1996ê ve ew xebatê li ser termînolojî û rêzimanê dikin û ji beriya komxebatan ew mijaran eşkere dikin.
‘’Em qîmetî didin xebatên li ser zimanan’’
Karatekînî dîyar kir ku xebatên Vateyê girîng in û ji komê re sipas kir ku ew kedê ji bo jiyandin û parastina Zazakîya her diçe hindiktir pê tê axiftin dikin.
Karatekînî diyar kiriye, şaredarî qedrî dide xebatên li ser zimanan û got: ‘’ em ne bi tenê qedrî didin Kurmancîyê, em qedrî didin Kirmanckîyê. Ne bi tenê ji bo termînolojiya şaredariyan divê ji bo mijarên dî jî bi vê zaravayê kar bê kirin. Kurmancîyê kariye bê astekê lê Kirmanckî hêj ne li wî cihî ye ku heq dike. Ji bo xebatên wan ez pîroz dikim.’’
Cevahîr Sadik Dûzgûnî jî diyar kir ew ê Berpirsiyariya Geşedana Zimanan mezintir bikin. Ew ê li ser Zazakîyê jî xebatan bidomînin.
Endamên komê dan zanîn ku ew ji xizmetên şaredariyê keyfxweş bûne û hêvî kirin ev xizmet bidomin. (BD/YY/MB)