Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê piştgirîya lêklînên arkeolojîk yên li bakurê Qeleya Wanê dikir. Piştî qeyûmî dest bi karê xwe kirî alîkarî daye sekinandin.
Ji 10 zanîngehan 50 akademîsyen, lêkolîner û zanyaran lêkolîn didomandin. Şaredarîyê biryar daye ku bi otobûsên şaredarîyê lêkolîneran bibe cihê lêkolînê.
Piştî qeyûmî dest bi karêê xwe kirî bêyî ti agahîyan bide xizmet daye sekinandin.
Midûrê Mûzeya Arkeolojîk Doç. Dr. Erkan Konyar herweha serokê koma lêkolînê ye. Wî diyar kiriye ku çêdibe ew lêkolînê bidin sekinandin. Konarî diyar kiriye ku ew da ku lêkolîna xwe bidomînin dimeşin cihê lêkolînê.
“Sê meh in em lêkolînan dikin. Me bi Wezareta Çandê û Şaredarîya Wanê re hevpeyman îmze kiribû.
“Piştî qeyûmî dest bi karê xwe kirî me lê nêrî otobûsa divîya me bibe cihê lêkolînê nehat. bi vî awayî me zanî ku piştgirî hatiye sekinandin.
“Qeyûmî xwestiye em dîsa daxwazê ji wan bikin. Ev pêvajo ya kêm dê mehekê bidome. Çêdibe em karê xwe bidin sekinandin.”
(TP/MB)