Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtîya Dîlokê da zanîn ku ji bo mehekê li Dîlokê hemî çalakîyên li derveyî avahiyan yên wek kampanyayên îmzekomkirinê, daxuyaniyên ji bo çapemeniyê û hwd. qedexe ne.
Walîtîyê biryar di malpera xwe ya fermî de weşand.
Li gor daxuyaniyê bi Halê Awarte ji bo “parastina asayîşa giştî û rêkûpêkiya civakê” ev biryar hatiye dayin.
Ji bo referandûma ku dê di meha Nîsanê de bê kirin li hemî bajaran dest bi kampanyayan hatiye kirin. (YY/MB)