Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di siet 08.50ê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antalyayê teqînek çêbûye.
CNN Turkê ragihand ku teqîn li otoparka Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antalyayê çêbûye.
Hê jî nayê zanîn ka teqîn ji ber çi çêbûye.
Serokê Şaredariya Mezin a Antalyayê ji CNN Turkê re di weşana zindî de got:
''Em bi fikara êrîşeka terorî li teqînên bi vî awayî dinêrin. Lê hêj zû ye. Çêdibe ku qezayek jî be. Li gor agahiyên destpêkê ti kes nemirîne. ''
Antalya wek bajarê geştê tê nasîn.(NV/ÇT/MB)