Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şaredariya Colemêrgê derbarê ji ber bajêr dikin navçe, daxuyanî da çapemeniyê û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Colemêrgiyên ku li Odeya Sanayî û Bazirganiyê (HATSO) hatin cem hev jî vegotin ku li ser daxwaza esnafên Colemêrgê wê îro çalakiya derebegirtinê were lidarxistin.
Li Şaredariya Colemêrgê jî duh bi serenavê ‘Bajarê me yê ku mirada mirovahiyê ye û dewlet naxwaze bibîne’ daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Endamê Meclisa Şaredariyê Nasrettin Aslan di civîna çapemeniyê de axivî: ‘ Li Tirkiyeyê hêjî welatiyan nikarin ji bo siberoja xwe biryaran bidin. Ji xeynî ku nikarin biryar bidin, ti daxwazên wan jî ji hêla hukimetê jî nayê dîtîn.’
Aslan got ku bajêrbûna Geverê pêkanîneke baş e û wiha got:
‘Bajêrkirina Cizîr û Geverê wê nikare ser kuştin, hilşandin û kirinên di pêvajoya dawî de bigire.’
‘Dibe ku li Tirkiyeyê hişmendiya dîrokî û çandî hatibe tehrîbkirin. Lêbelê nabe ku miradên dîrokî ku tecrube û nirxên mirovahiyê ne bi temamî werin tinekirin.’
‘Esnef bi fikar in’
Mirovên karsaz, saziyên sivîl û esnaf duh di saetên êvarê de li HATSOyê hatin cem hev û li wir hat ragihandin ku eger Colemêrgê bikin navçe wê 30 hezar kes ji bajêr koç bike û colemêrgiyan xwestin ku ew biryara derbarê bajêr de were betalkirin.
Serokê HATSOyê Servet Taş ragihand ku piştî gel wê biryara derbarê bajêr de bihîstine bi fikar in û xwest ku bila rayedarên dewletê careke din wê biryara xwe binirxînin.
(ÇT/YO)