Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê HDPyî( ji Partîya Gelan a Demokratîk) Tuma Çelikî diyar kiriye ku televizyona dewletê, TRT ( Radyo û Televizyonên Tirkiyeyê) ne bêalî ye û divê ji bo lijneyeka lêkolînê bê çêkirin.
Çelikî diyar kiriye ku li gor qanûna 2954. divê televizyona dewletê ji bo civakê weşanê bike. Wekîlî diyar kiriye ku “bi taybetî nêzîkatiya TRTyê ya li partîyên sîyasî ne wek hev e.”
Tuma Çelîkî di pirsnameyê de cih daye rapora endamê RTUKê( Lijneya Bilind aa Radyo û Televizyonan ) İsmet Demirdöğenî.
Li gor raporê di 1-28ê Sibatê de di TRTyê de ji bo partîyên AKP û MHPyê 53 siet hatiye cidakirin. Ji bo IYI partî û CHPyê 14 siet hatiye cidakirin. Ji bo HDPyê nehatiye dîyarkirin ka çi qas dem hatiye cidakirin.
AKP: 49 siet 58 deqîqe 12 çirke (weşana ji bo piştgirîyê)
MHP: 3 siet 32 deqîqe 26 çirke (weşana ji bo piştgirîyê)
CHP: 5 siet 47 dakika 25 çirke, (weşana ji bo piştgirîyê)
5 siet 56 deqîqe 15 çirke (weşana dijayetîyê)
İYİ Parti: 55 deqîqe 32 çirke, (weşana ji bo piştgirîyê)
1 siet 11 deqîqe 53 çirke (weşana dijayetîyê)
(HA/MB)