Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Du sal in ku ansîklopedîya dîjîtal a bi navê Wikipedia li Tirkiyeyê qedexe ye. Wikipedia yek ji malperên Weqfa Wikimediayê ye.
29ê Nîsana 2017ê Dadgeha Sûlh û Cezayî ya Enqereyê biryara astengkirina malperê dabû. Li gor dadgehê agahîyên piştgiriya rêxistinên terorî dikin li ser Wikipediayê hebûn û Wikimediayê ew agahî ranekirine.
Weqfa Wikimediayê dê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo qedexe rabe dozê veke. Seroka wê weqfê Katherine Maherê gotiye wan li Tirkiyeyê doz biriye dadgeha bilind û ti encam jê derneketine. Li ser vê yekê ew ê li Dadgeha Mafên Mirovn a Ewropayê dozê veke.
Maherê diyar kiriye ku agahîyên li ser malperê têne parvekirin divê wek mafê xwe-îfadekirinê bê dîtin.
Wikipedia ji bilî Tirkiyeyê li Venezûela û Çînê jî qedexe ye.
(HA/MB)