Piştî ku Piştevaniya ji bo Taksîmê bi munasebeta hatina 5emîn salvegera berxwedana Geziyê banga derketina Parka Geziyê kir, polîsan bi bariyeran parka Geziyê dorpêç kiriye. Piştevaniya ji bo Taksîmê aşkere kiribû ku îşev saet 19.00ê wê li Parka Geziyê kom bibin.
Polîsan dora Bîrdariya Cûmhûriyetê ya li Qada Taksîmê jî bi bariyeran girtiye.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, “Qada Taksîmê û derdora wê, ji 15.30 deqîqeyan heta dema qedandina tedbîrên ewlehiyê hin rê ji çûnûhatina erebeyan re hatiye girtin”.
“Wê tarî ji holê rabe û Gezî bimîne”
Piştevaniya ji bo Taksîmê 29ê Gulanê civînek çêkiribû û aşkere kiribû ku îro wê saet 19.00ê bi slogana “Wê tarî ji holê rabe û Gezî bimîne” li Parka Geziyê kom bibin.
“Li her cihê ku hûn lê ne sloganekê berz bikin, dovîzekê çêbikin û fotografê wê bikişînin, par ve bikin; paçekî li darekê girêbidin; biçin parkan, civînan çêbikin, sohbetê bikin, stranên me bistirên. Gezî li wan her cihan e ku em li wir in”. (TP/FD)