Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navaxweyî bi daxuyaniyeka fermî da zanîn ku di hefteya paşiyê de lêkolîn li ser 690 hesaban hatiye kirin û ji bo 169 bikarhênerên hesabên medyaya civakî lêpirsîn hatine amadekirin.
Li gor daxuyaniya di malpera wezaretê de, yek ji binasên/sebebên lêpirsînê jî “gotinên nefretbar” in.
Ji ber parvekirinên li ser opersyona “çiqilê zeytûnan” 845 kes hatinbûn desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kiribû ku 845 kesên li medyaya civakî nerazîbûna xwe ji bo operasyona li ser Efrînê diyar kirîn hatine desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî li malpera xwe ya fermî daxuyanîyek belav kiribû:
Li gor daxuyaniyê hatiye tespîtkirin ku 120 provakator û 845 bumanbaran 85 çalakî, 648 propaganda kirine.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Herweha wezaretê eşkere kiribû, li Tirkiyeyê 1161 operasyon hatine kirin. Li ser hev 4 hezar û 921 kes hatine desteserkirin.
Operasyona li ser Efrînê di 20 Kanûna Paşiyê de dest pê kiribû. Ji 20ê Kanûna Paşiyê ve 45 kes hatine girtin.(AS/MB)