Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Muzîkjen Şanar Yûrdatapanî giliyê Recep Tayyîp Erdogan Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) kir û doza tazmînatê ya 1 lîreyî vekir.
170 kesan bi armanca ku operasyona li ser Efrînê bi dawî bibe daxuyaniyek belav kiribûn, paşê jê Serokomar Erdoganî ji bo wan gotibû ku “Hin kesên li ber navê wan gotina profesor û hunermend heye dibêjin şer bidin sekinandin” û hin nirxandin li ser wan kiribû. Yûrdatapan diyar kir ku gotinên Erdoganî yên nefretê ne û heqaret tê de heye û ji ber wê jî li gorî Xala 125ê û 216yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan ev sûc e.
Yûrdatapanî derbarê mijarê de wiha axivî:
“Heqaret di gotinên Erdoganî de hebûn”
“Erdogan 28ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê li Çorûmê axivîbû û 170 kesên ku belavok derbarê operasyona li ser Efrînê amade kiribûn û ji parlamenterên AKPyê re şandibûn, xayîn, bêexlaq, ketûber, qaşo hunermend bi nav kiribû, karê wan bi durûtî, sextekarî, qeşmeriya ramanê, ji bo terorîstan bibin mertalên zindî û altaxîtiya rêxistina terorê ya cudakar nirxandibû.
“Ev gotinên ku bi rengekî vekirî û di civîneke berfireh de anîbû ziman di hemû kanalên televizyonan de hat belavkirin, çawa ku hatibe gotin wisa di rojname û medyaya civakî de hatin ragihandin.
“Ev gotin li gorî xala 125ê ya TCKyê sûcê ‘heqaretê’ ye. Ji ber wê dozê lê vedikim û daxwaza 1 lîreyî jê dikim.
“Lê ji vê girîngtir ev axavtin bi awayekî vekirî ‘Bilêvkirina Nefretê’ ye ku li gorî xala 216yê ya TCKyê ev sûc e.” (EKN/FD)