Wêne: Murat Bayram/bianet
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Rooseveltî ya Hollandayê, Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyê Berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê.
Weqfa Hollandayê dê di meha gulanê de rêûrismeka teslîmkirina xelatê pêk bîne.
Erol Onderoglûyî got:
“Ev xelat ji bo wan kesan e ku ji bo etîka rojnamegeriyê û azadiya wê bi hemî hêza xwe dixebitin û we dikin hevgiriya rojnamegeran li ser pêyan bimîne.”
Bixwîne – Nûçeyên li ser Erol Onderoglûyî
Erol Onderoglû kî ye?
Di sala 1969ê de li Elezîzê hatiye dinê. Beşa Fîlolojiya Fransî qedandiye. Ji sala 1996ê ve wek nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) kar dike.
Ji sala 2000ê ve koordînatorê piştgiriya hiqûqî yê bianetê ye ku bianet yek ji projeyên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye. Ji bo bianetê Raporên Çavdêriya Li Medyayê amade dike.
Li ser navê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê li Tevna Azadiya Xwe-îfadekirinê(IFEX) endamê Lijneya Birêvebir e.
Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê Xelata Azadiya Çapemeniyê da wî û Tugrul Eryilmazî.(2014)
Ji ber ku bûbû nobedarê weşana rojnameya Ozgur Gundemê, hat dadkirin û di 20ê Hezîrana 2016ê de hat girtin. 10 rojan di girtîgehê de ma û hat berdan.
Xelata Rooseveltî
Weqfa Rooseveltî her sal “Çar Xelatên Azadiyê” dide. Ji sala 1982yê ve ji bo çar meydanên azadiyê kesên herî serkeftî hildibijêre. (AS/MB)