Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji ber ku di lîstika topa pêyan ya di navbera Beşîktaş û Konyasporê de hat îdiakirin ku 11 kesan pankarta “bila Nûriye û Semîh bijîn” nîşan daye, hatibûn girtin. Du ji girtiyan serbest bûn.
Li gor nûçeya sendika.orgê piştî parêzeran îtiraz kir dadgehê ev biryar daye.
Çi bûbû?
Ji ber ku 10 piştevanên tîma topa pêyan ya Beşîktaşê li meydana lîstinê(yarîgeh) pankarta “bila Nûriye û Semîh bijîn” nîşan da, hatin girtin.
Piştevanên Beşîktaşê bi sûcê “propaganda-kirina ji bo rêxistina terorî” têne sûcdarkirin.
Serdozgeriya Samsûnê, eşkere kiribû ku ji ber pankartê ji bo 17 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Li gor nûçeya Sendîka.orgê 16ê Tebaxê polîsan bi ser malan de girtiye û 10 kes desteser kirine. Vê sibeyê ew kesên desteserkirî hatine girtin.
Hejmara kesên ji ber pankartê hatîn girtin bû 11, sê kes bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Gulmen û Ozakça
Herdu dersdêrên Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça di greva birçîbûnê de ne û niho li girtîgehê ne.
Gûlmen û Ozakça bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatibûn avêtin û ji bo ew li karê xwe vegerin wan dest bi greva birçîbûnê kiribû.(BK/MB)