Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Margaret Atwooda nivîskar ji bo piştgiriyê bida herdi dersdêrên bi navê Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça nameyek şand.
Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça 84 roj in ku di greva birçîbûnê de ne.
hin beşên nameya Atwoodê ev in:
“Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, 4 hezar û 811 akademîsyen û 40 hezar dersdêrên dibistanan ji karên wan hatine avêtin. Gûlmen û Ozakça du ji wan kesan in.
“Ji 80 rojan zêdetir e ku ew di greva birçîbûnê de ne. Di 22yê Gulana 2017ê de polîsan deriyê wan şikênandiye û ew desteser kirine.
“Ji ber ku wan daxwaza edaletê kiriye di metirsiya mirinê de ne. Divê Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça serbest bêne berdan û li karên wan bêne vegerandin.
“Ji kerema xwe re piştgiriya wan kesan bikin ku li Tirkiyeyê ji bo azadiya xwe-îfadekirinê û demokrasîyê têdikoşin. “
Margret Atwood
Nivîskareka femînîst e. Di 1939ê de hatiye dinyayê. Nivîskara romana Sûîkastkerê Kor e. Bi vê romanê di sala 2000ê de Xelata Bookerê stand.(AS/MB)