Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Herdû dersdêrên bi navê Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça 71 roj in ku ji bo li karê xwe vegerin, di greva birçîbûnê de ne.
Polîsên ku li ser Caddeya Yûkselî nobetê li çalakiyê digirin êrîşî piştevanên dersdêran kirin.
BIXWÎNE: 526 kesan ji bo piştgiriya dersdêrên di greva birçîbûnê de îmze avêtin
Polîsan kulîlkên li ber Monomenta Mafên Mirovan kom kirin.
Zehra Ozdemîra parêzer diyar kir ku polîsên li rexa monomentê pankartên xwenîşanderan şewitandine û xwenîşanderan jî pê xwe germ kirine.
Polîsan êrîşî xwenîşanderên li dora agirî kom bûyîn kiriye.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Salih Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.
(AS/MB)
Wêne: Acun Karadağ, Esra Özakça / Twitter