Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rojnamegerên bi navê Ertugrul Mavioglu, Faruk Eren, Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettin Can, Fehîm Işik û Oncu Akgul ku beşdarê kampanyaya hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûbûn derbarê wan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hatibû vekirin û duh rûniştina dozê hat kirin.
Di rûniştina duh ku li 14. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat kirin de biryar hat dayîn û rûniştinê taloqî 4ê Tîrmeha 2016an kirin.
Di rûniştinê de dozger mutalaya xwe diyar kir û xwest ku dosyeya Mudirê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya were cudakirin û tevli doza sereke ya Ozgur Gundemê were kirin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.
(EA/ÇT/YO)