Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Endamê Lijneya Weşana BirGunê Bariş Ince li ser banga ji bo îfadedayînê dema çû emniyetê ji ber lêpirsîneke din hat binçavkirin. Ince piştî îfadedayîna li Dadgeha Çaglayanê serbest hat berdan.
Bariş Ince piştî hat binçavkirinê demek di nezareta li Dadgeha Çaglayê hat girtin, destê wî kelepçe kirin û piştre li dadgehê îfade da. Ince piştî îfadedayînê serbest hat berdan.
Dema Bariş Ince binçavkirî bû, Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê di hesabê xwe ya twitterê de peyamek belav kir û xwest ku endamên wan Bariş Ince demildest serbest were berdan.
(ÇT/YO)