Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Doza derbarê Arzû Demir ku ji ber pirtûkên wê yên “Dagin Kadin Hali” û “Devrimin Rojava Hali” hatibû vekirin de dadgehê biryara xwe da û 6 sal ceza li Demir hat dayîn.
Arzû Demir di axavtina xwe ya ji bianetê re diyar kir ku dadgirina hatiye kirin konjukturî û siyasî ye û got: “Ev biryar delîl e ku dadkirinên tê kirin siyasî ye.”
Di doza li 13. Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de derbarê Demir de ji ber 2 pirtûkên wê bi temamî 6 sal cezayê girtinê hat dayîn.
Demir ji bianet’ê re axivî û wiha got:
“Ez ji destpêkê heta niha dibêjim ku dadgirinên tê kirin konjukturî û siyasî ye. Ev biryar jî îspata gotina min e. Weke ku min di paraznameya xwe de jî got ku min rojnamgerî kiriye. Dewlet bi rêxistina ku jê re dibêje ‘terorîst’ re şer dike. Mafê gel heye ku wê rêxistinê nas bike û pê bizanibe. Rojava dîsa wisa.
“Ji bo gel mafê zanebûnê pîroz e. Weke rojnamegerek peywîra min e ku ez vê mafê gel biparêzim.
“Bi gelemperî di dosyeyên propagandayê de 10 sal ceza tê dayîn. Lê diyar e ku xwestine ku ji ser sînorê “sûcê” ve min ceza bikin û ji bo her pirtûkek min 3 sal caze dane min. Xwedê kiriye ku min nivîsiye, ez ê wiha jî bidomînim.”
Demir diyar kir ku wê nexwestiye ku pêkanîna hukmê hatiye dayîn were pêşwextkirin ku tiştek wiha qebûlkirina sûckirinê bi xwe ye û wiha got: “Baweriya min ew e ku li welatên ku lê hiqûq heye de dê Tirkiye bi van dozên hanê were mehkûmkirin.”
Çi bûbû?
Derbarê Arzû Demir de ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' doza hatibû vekirin.
Rojnamevan Demir bi 'propaganda rêxistinê', 'pesindayîna sûc û sûcdar' û 'teşwîqkirina ji bo sûcê' tê sûcdarkirin.
Di dema lêpirsînê de parastina Demir nehatibû girtin û yekser doz lê hatibû vekirin. Lewma, Demir wê di rûniştina sibe de cara yekem xwe biparêze.
Di gilînameyê de, tevî îdîaya 'Propaganda PKKê kiriye', her wiha ji bo hevpeyvînên wê tê gotin, 'aktûel nîn e û raya giştî eleqedar nake'.
Pirtûka ji hevpeyvînên bi 11 gerîlayên jin pêk tên, di Mijdara sala 2015an de ji aliyê Weşanên Ceylanê ve hate çapkirin.
15ê Adara 2016an de 3. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê pirtûkê di biryara hevdanê dabû û piştî çapa 7. pirtûk hatibû hevdan.
Arzû Demir kî ye?
Di sala 1974an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Yildiz Teknikê beşa Endezyariya Derdoriyê qedend. 17 sal in rojnamgerî dike.
Ji ETHA (Ajansa Nûçeyan a Etnikê) û ANFê (Ajansan Nûçeyan a Firatê) re dixebite. Di nav 46 rojnamegerên kurd ku ji ber doza “KCK Basin”ê tên dadkirin de ew jî heye.
Pirtûkên wê: Medreseden 5 Nolu'ya Nuri Yoldaş, Dağın Kadın Hali, Devrimin Rojava Hali
(EA/YO)