Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
7 xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê ku ji ber danezana laîkbûnê hatib3un binçavkirin, serbest hatin berdan. Tê zanîn ku endamên Halk Evleriyê (Mala Gel) Hamit Dişkaya û Ayşegul Başar ji ber xwendina wê danezanê hatibûn girtin.
7 xwendekarên endamên Kolektîfên Xendekaran di 4ê Çileyê de li xwaringeha Kampusa Dokuz Çeşmelerê danezana laîkbûnê xwendibûn û piştre gotibûn “em jî weke xwendekarê zanîngehê vê danezanê îmze dikin”.
Ewil ewlekarên taybet paşê jî polîsan 7 xwendekaran derb kirin û wan binçav kirin.
Ew xwendekaran duh serbest hatin berdan.
Çi bûbû?
Piştî êrişa li Ortakoy Reinayê endamên Mala Gel Hamit Dişkaya û Ayşegul Başar li Okmeydaniyê banga laîkbûnê kiribûn. Her du kes ji be vê yekê hatibûn binçavkirin, piştre jî 14. Dadweiya Sulh Cezayê derbarê wan de biryara girtinê dabû.
Vaye bangewaziya Başar û Dişkaya kiribûn:
“Ew dixwazin bi qetlîaman ve zilm li jiyana me bikin. Êdî bes e. Êdî em ê li taxên xwe destûr nedin ji DAIŞ û çeteyên cîhadîstan. Divê em li li dijî hişmendiya serhişk, laîkbûnê biparêzin. Laîkbûn tê wateya azadî, biratî û jiyaneke mirovî. Em bangî her kesî dikin ku bila tevli vê berxwedanê bibin. Em dibejin werin em ji serhişk, nijadperest û alîgirên seroktiyê hesab bibirsin.”
(BK/YO)