Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xwediyê Îmtiyazê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin. Tê zanîn ku rojnameya Ozgur Gundemê di 29ê Cotmeha 2016an de hatibû girtin.
Kemal Sancili di 2ê Çileyê de li Rihayê hatibû bibçavkirin û duh bi riya SESGISê îfade Dadweriya Stenbolê.
Sancili bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin. Herwiha talîmat hat dayîn ku wî bişînin girtîgeheke li Stenbolê.
Kemal Sancili ligel nivîskar Asli Erdogan, fîlolog Necmiye Alpay, Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Eren Keskin, Filiz Koçali, Ragip Zarakolu û Bilge Oykut ve di doza Ozgur Gundemê de tên dadkirin.
Bi vî awayî hejmara girtiyên ji doza Ozgur Gundemê derkete 2yan.
(EA/YO)