Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
433 sînemagerên ku danezane piştgirîdayînê ya ji bo Akademisyenên Aştîxwaz belav kiribûn de lêpirsîn dan destpêkirin.
Di teblîgata ku di bin de îmzeya Mudirê Emniyeta Stenbolê Haydar Ozdemir heye û şandine ji Sendîqeya Lîstikvanan de wiha tê gotin:
“1328 şikdarên qaşo ji bo aştiyê deklerasyon weşandin de li dijî xala 2016/5734an propagandaya rêxistina dijzagonî kirine. Di dîroka 14701/2016an de sînemageran bi daxuyaniyekê piştgirî dane. Di vê çarçoveyê de derbarê 433 kesan de bi sedema ‘pesnê sûc û sûcdaran dane’ ve lêpirsîn hatiye destpêkirin. “
Sînemagerên Aştîxwaz çi gotibûn?
Di 11ê Çileya 2016an de 1128 akademisyen û lêkolînerên aştîxwaz bang li dewleta Tirkiyeyê kiribûn ku dawî li şer û tundiye bîne û vegere muzakereyan û danezana ‘Em nabin hevparê vê sûcê’ belav kiribûn.
Piştî belavkirina wê danezanê ew akademîsyen û lêkolîneran ji hêla Serokomar Erdogan û Serkwezîr Yildirim ve weke hedef hatibûn nîşandan.
Sînemagerên Aştîxwaz jî ji bo piştgirîdayîn bo wan akademîsyenan danezak belav kiribûn û di wê metna danezanê de jî wiha hatibû gotin:
“Em weke sînemagerên Tirkiyeyê,
“Em piştgirî didin banga Akademîsyên Aştî xwaz.
“Em astengkirina azadiya raman û xweîfadekirinê red dikin.
“Em wekhevî û aştiyê diparêzin.
“Em bêyî ti şertê dibêjin: Em nabin hevparê vê sûcê!”
“Em piştgirî didin ji akademîsyenên aştîxwaz re.”
(BK/YO)