Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mudirê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Firatê Maxime Demiralp li ser daxwaza Tirkiyeyê ve ji hêla polîsên Belgiûmê ve hatin girtin.
Di daxuyaniya ANFê de hat gotin ku li ser daxwaza Tirkiyeyê INTERPOLê derbarê Demiralp de biryara binçavkirinê daye û ew li dadgeha Belçikayê hatiye girtin.
Daxuyaniya ANFê bi vî rengî ye:
“Polîtîkaya zextê û terorê ya Komara Tirkiyeyê, ku bi biryarên ÎNTERPOL'ê li dijî siyasetmedarên Kurd dimeşîne, berfireh bûye û êdî rojnamevanên Kurd jî dike hedef. Girtina midûrê me yê nûçeyan Demîral ji aliyê Belçîkayê ve, encameke vê yekê ye.
Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, serlêdana Tirkiyeyê ya li ÎNTERPOL'ê der heqê Demîralp de, ji ber nûçeyên di ajansa me de hatine weşandin e. Li ser navê demokrasî û azadiyê cihê şermê ye, ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê rojnamevanek ji ber nûçeyên xwe tê girtin.
Belçîka bi vê pêkanîna xwe bûye hêza bicihanîna polîtîkayên zext û sansurê yên Tirkiyeyê li Ewropayê. Girtina Demîralp, tê wê wateyê ku zextên li Tirkiyeyê li çapemeniyê tên kirin gihîştine Ewropayê.
Rûniştina dadgeha îtirazê ya li ser girtina midûrê me yê nûçeyan Demîral wê roja Înê pêk were. Em bang li hikûmeta Belçîkayê û hemû saziyên Yekîtiya Ewropayê dikin, ku rê li ber berdana Demîralp vekin.”
(EA/YO)