Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
16 xebatkar, hevgir, nivîskar û Berpirsên Weşana Giştî yên Ozgur Gundemê dê sibê werin dadkirin.
Sibê rûniştinên 11 dozên li dijî Ozgur Gundemê wê li 14. û 22. Dadgehên Cezayê Giran de werin kirin.
Mudirê Karên Nivîsê ya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya di çarçoveya 10 dozan de weke gumanbar tê dadkirin.
Hemû doz bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine vekirin.
Necmiye Alpayê ku îro hat tehliyekirin jî wê sibê were dadkirin.
Rûniştinên dozên sibêhê wiha ne:
14. Dadgeha Cezayê Giran
*10.10: Celal Başlangiç, Înan Kizilkaya, Omer Agin
*10.50: Reyhan Çapan, Huseyin Guçlu ve Emrullah Kurcan
*11.10:Fehim İşik, Înan Kizilkaya.
22. Dadgeha Cezayê Giran
* 11.15 : Necmiye Alpay, Înan Kizilkaya
* 11.30 : Yildirim Turker, Înan Kizilkaya
* 11.45 : Hasan Cemal, Înan Kizilkaya
* 14.00 : Julide Kural, Înan Kizilkaya
* 14.15 : Kumru Başer, Înan Kizilkaya
* 14.30 : Said Sefa, Înan Kizilkaya
* 14.45 : Murat Uyurkulak, Înan Kizilkaya
* 14.50 : Faruk Balikçi, Înan Kizilkaya
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/YO)