Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Bazirganiyê ya Parisê biryar da ku weşana Med Nûçeyê ji nû ve dest pê bike. Weşana kanalê ji hêla Eutelsatê ve hatibû qutkirin.
Li gorî nûçeya ANFê dadgehê Eutelsatê mahkûm kir û di wê biryarê de hat ragihandin ku biryara qurkirina weşana Med Nûçeyê ji hêla saziyeke Belçîkayê ve hatiye dayîn.
Dadegehê di biryara xwe de ragihand ku Rêziknameya Televizyona Derveyê Sînor ya Ewropayê hatiye îxlalkirin.
Di wê biryara dadgehê de hat gotin ku divê weşana Med Nûçeyê li ser ûydiya Hotbirdê ji nû ve dest bike û Eutelsat jî 5 hezar euro tazmînatê bide Med Nûçeyê re. Eger weşan demildest destpê neke Eutelsat wê ji bo her rojekê 10 hezar euro ceza tazmînatê bide.
Hotbird û Eutelsat
Eutelsat şîrketa koma ûydiyên Hotbirdê ye û li Fransayê ye. Ev şîrket ji ser ûydiyên xwe weşana xwe dişîne heta Afrîka, Amerîkaya Bakur û Rojhilata Navîn.
Bi sedan kanalên cuda cuda li ser ûydiyên Hotbirdê weşanê dikin.
Çi bûbû?
Eutelsatê li ser daxwaza RTUKê di 3ê Cotmehê de weşana Med Nûçeyê, di 11ê Cotmehê de jî weşana Newroza Tvê qut kiribû.
Dadgehê di biryara xwe ya duh de biryar dabû ku Newroz Tv ji nû ve dest bi weşana xwe ya li ser ûydiyê bike. Li bendê bûn ku ew biryara ji bo doza Med Nûçeyê jî bibe emsal.
(EA/YO)