Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Gelek kes ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li ber avahiya şaredariyê xwestin ku kom bibin lê, polêsan destûr neda.
Li gorî nûçeya ANFê polêsan ni cop û ava şîd êrişî gireseyê kirin.
Gelek kes ku di nav de Berdevka KJAyê (Kongreya Jinên Azad) û parlementera berê Ayla Akat û Sekreterê Giştî yê Şarederiya Mezin ya Amedê Zulkuf Karatekin hat binçavkirin. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin hêj nediyar e.
Çi bûbû?
Hevşaredar Gultan Kişanak duh piştî ku li Komîsyona Lêkolîna Derbakirinê de axivî û vegeriya Amedê, li balafirgehê ji hêla polêsan ve hat binçavkirin. Hevşaredarê din Firat Anli jî di heman saetan de li mala xwe hat binçavkirin.
Kişanak û Anli birin emniyetê û piştre polêsan li mala wan lêgerînan kirin.
HDP û DBP ji bo şermezarkirina binçavkirina Kişanak û Anli bangewazî kirin ku li Amed û Stenbolê îro di saet 11:00an de gel derkevin meydanan. Piştî vê yekê Walîtiya Amedê çalakiyê qedexe kir.
(HK/YO)