Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Mûrat Şahinê ku li ber dadgehê bi ser Can Dundar De gule reşandibû û piştre hatibû girtin, piştî 6 mehan serbest hat berdan.
Rojnameger Can Dundar di 6ê Gulanê de dema ji ber nûçeya TIRên MITê dihatin dadkirin û navber dane rûniştina dozê li ber derê dadgehê rastî êrişa çekdarî hatibû. Di encama wê êrişê de tiştek bi Dundar nebû lê guleyek li çokê nûçegihanê NTVê Yagiz Şenkal ketibû.
Piştî gulereşandinê, Mûrat Şahinê êrişkar hatibû binçavkirin û piştre hate girtin.
Rûniştina doza derbarê Mûrat Şahin, îro li 28. Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê de hat dîtin. Êrişkar Mûrat Şahin beşdarê dozê bû.
Di rûniştina dozê de parêzerê Şahin mafê axavtinê xwest û got ku li gorî çarçoveya qanûna înfazê ku di vê dawiyê de ketiye meriyetê, eger girtina muwekîlê wî dewam bike dê ev yek bibe maxdûriyet.
Piştî beyanên ku hatine girtin dadgehê biryara xwe ya demkî da û Mûrat Şahînê êrişkar serbest berda û rûniştina dozê jî taloq kir.
Can Dundar aciziya xwe anî ziman
Rojnameger Can Dundar derbarê serbestberdana êrişkar Mûrat Şahin de li ser hesabê xwe yê twitterê de got: “Ev jî bû: Dadê ji êrişa li ser çapemeniyê re destûr da.”
Bu da oldu:
— Can Dündar (@candundaradasi) 21 Ekim 2016
Basına saldırıya yargı onayı:
Saldırgan serbest. https://t.co/YtowuquIzY
(HK/YO)