Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
4 rojnamegerên ku beşdarê “Kampanyaya Nobedariya Berpirsê Weşanê” bûbûn jî gazî îfadedayînê hatin kirin.
Rojnamegerên Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewiyan Hasan Hayrî Şanli û hunermend Deniz Turkalî li diî zextên li ser Ozgur Gundê beşdarê “Kampanyaya Nobedariya Berpirsê Weşanê” bûbûn.
Hefteya borî jî 9 rojnamegerên din jî gazî îfadedayînê hatibûn kirin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Di 1ê Îlonê de ji 9 rojnamegeran hat xwestin ku di nav 15 rojan de biçin dozgeriyê. Rojnameger û Şêwirmenda Projeyê ya bianetê Nadirê Mater, rojnamegerên weke Tugrul Eryilmaz, Hasan Cemal, Hasan Huseyîn Tahmaz, Dicle Anter, Kordînatora Ozgur Radîoyê Derya Okatan, Berpirsê Weşana Giştî ya haberdar.comê Said Sefaoglu, nivîskar Murat Uyurkulak, Endama Lijneya Rêveberiya Navenda HDPê Çilem Kuçukkeleş bi hinceta nûçeyên di rojnameyê de yên dema ew bûbûn berpirsê/a weşanê gazî îfadedayînê hatin kirin.
(NV/YO)