Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serdozgeriya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna cemaetê ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê destpê kiribû de, derbarê 35 kesan de biryara binçavkirinê da. Di nav wan 35 kesan de gelek rojnameger jî hene.
AAyê agahiya biryara binçavkirinê weke ‘operasyona li dijî FETOyiyên li medyayê’ belav kir.
Lêpirsîn ji hêla Cîgirê Serdozgerê Stenbolê Îsmaîl Uçer û dozgerê sûcên terorê Murat Çaglak tê meşandin û di çarçoveya wê yekê de li Stenbol, Enqere û Îzmîtê operasyon hat kirin.
9 kes hatin binçavkirin
Di encama operasyonên hatin kirin de Kordînatorê Giştî yê Yeni Şafakê û nivîskarê Zamanê yê berê Nurullah Ozturk, nivîskarê Samanyoluhaberê Rasih Yilmaz, nivîskarên berê yên Yeni Şafakê Murat Aksoy, Abdullah Alparslan Akkuş, edîtorê hurriyet.com.trê Dinçer Gokçe, nûçegihanên berê yên Bugunê Îskender Yunus Tiryaki, Levent Arap û nûçegihanên berê yên Radikalê Omer Şahin, Ayhan Şimşer hatin binçavkirin.
Li malên rojnamegerên ku hatine binçavkirin, lêgerîn jî hatin kirin.
Li mala Nûnerê Xwndevanên Sabahê yê berê û nivîskarê Bugunê Yavuz Baydar jî lêgerîn pêk hat. Li gorî nûçeya T24ê Baydar û hevsera wî li mala xwe nebûn û piştî polêsan deriyê bi çilingirê vekirin û li malê lêgerîn kirin, çûne.
Li gorî nûçeya Hurriyetê Ergun Babahan, Prof. Dr. Osman Ozsoy û Şemsettîn Efe ku derbarê wan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn, li derveyê welêt in.
(EA/YO)