Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Derbarê nivîskarê Ozgur Gundemê Mehmet Alî Çelebî, Berpirsê Weşana Giştî ya rojnameyê Huseyîn Akyol û Midurê Karên Weşanê Înan Kizilkaya de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hat vekirin.
Derbarê Akyol û Kizilkaya de ji ber nivîsên ku di 25ê Nîsanê de bi îmzeya Mehmet Reşît hatiye nivîsandin a "Bi berxwedana xwerêveberiyan ve ber bi 1'ê Gulanê" û "Kujerê Haci Bîrlîk xelat wergirtiye", nivîsa Alîşer Pîral a "Peymana Cezayîzê û şaşîtiya dîrokî ya Esad", nivîsên di pêveka rojnameyê ya Binevşê de yên "Em di berxwedanê de ne" "Kader çemek e û diherike" nivîsa Besê Erzîncan a "Rûyê zilam ê faşîst di dema AKPê de tê jiyîn" di rojnameyê de hatine weşandin bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" doz hate vekirin.
Derbarê nivîskarê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî de jî ji ber nivîsa wî ya "Ceribandina nexşerê" doz hate vekirin. Çelebî di îfadeya xwe ya dabû dozgeriyê de " wiha gotibû: ‘Li vir propagandaya rêxistinê tuneye. Têkîldarî pevçûnên li Sûriyeyê wêneyekî giştî û analîzekî giştî ye. navenar nivîsê analîza şerê di navbera dîktatoriya Baas û şervanên YPGê de ye. Dîktatoriya Baasê li gorî xwe dixwaçe nexşerêyeke nu derxîne holê. Min jî ev pêkan e yan na analîzek kir.’
Îdinameya ku ji aliyê dozgerê bi navê Gokhan Yolasıgmaz ve hate amadekirin ji aliyê 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Doz dê di 11ê Cotmehê de bê dîtin.
(EA/YO)