Ji bo nûçeya Tirkî
Rojnameya Sozcuyê ji bo biryara tekzîpê ku derbarê nûçeya wan de hat dayîn, bertek nîşan da. Di nûçeyê de dîmenên xumarlîstina Erkan Yildirima kurê Serok Wezîr Bînalî Yildirim cih girtinbû.
Rojnameya Sozcuyê îro bi manşeta ‘Ev edaleteke çawa ye?’ derket û wiha hat gotin:
‘*Ew welat Singapur e an na: Singapur e
*Ew der xumarxane ye an na: Xumarxane ye
*Yê ku xumar dilîze kurê wezîr e an na: Kurê wî ye
*Peran datîne ser rûletê an na: Datîne
*Nûçeya Sozcuyê rast e an na: Rast e
Nûçeya ‘Kurê wezîrî li ser maseya xumarê ye’ ku di 19ê Nîsanê de li rojnameya Sozcuyê hat belavkirin. Parêzerên Erkan Yildirimê kurê Serokwezîr Bînalî Yildirimî serî li 10. Dadgeha Sulh-Cezayê ya Stenbolê da ku derbarê wê nûçeyê de biryara tekzîpê were dayîn.
Dadgehê serlêdana bo tekzîpê qebûl kir.
Nûçe nehat derewandin
Parêzerên rojnameya Sozcuyê li dijî biryara tekzîpê îtirazê 1. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê kirin.
Lêbelê dadgehê wê serlêdana îtirazê ya parêzeran red kir. Parêzerên Erken Yildirimî di metna tekzîpê de nûçeyê derew nekirin. Di metnê de wiha hat gotin:
‘Ew nûçeya komplo ye. Nûçeya çêkirî şikandina rûmeta Erkan Yildirim û bavê wî Binalî Yildirimî ku Wezîrê Ragihandinê ye, hatiye çêkirin.’
(EA/YO)