Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Zimanzan Necmiye Alpay, nivîskar Asli Erdogan û Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya ku bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ne’ dihatin dadkirin û nêzî 5 meh in girtî bûn, hatin tehliyekirin.
Dadgehê derketina derveyê welat li Erdogan, Zana û Alpay qedexe kir, û derbarê wan kesên ku bi hinceta ‘wesayît û personel nîn e’ Înan Kizilkaya û Zana Kaya neanîne rûniştina dozê de gilîname were dayîn.
Asli Erdogan: “Ez ê weke hiqûq heye tevbigerim û parastina xwe bikim
Di dozê de ewil destûr li Asli Erdogan hat dayîn ku xwe biparêze
Asli Erdogan di axavtina xwe de diyar kir ku ew ‘li dijî şer e, antîmilîtarîst e û redkara wicdanî ye” û got ku her çiqas ew di lijneya şêwira Ozgur Gundemê de cih girtibe jî, berpirsyariyeke hiqûqî bi vê yekê nîn e.
Erdogan destnîşan kir ku ew derbarê îxlalkirina mafan, jin û zarokan de dinivîse û got: “Ez bo xweparastina meşrû jî li dijî, tundiyê me”.
Alpay: Înfazkirina bê dad
Necmiye Alpay di axavtina xwe ya parastinê de diyar kir ku ew ji ber endama lijneya şêwirê ye û wê ji bo rojekê bûye berpirsê weşana giştî tê dadkirin û wiha got: “Ez azadiya xwe îfadekirinê diparêzim û ji bo vê yekê min qebûl kir ku ez di lijneya şêwirê de cih bigirim. Ez keseke nivîskar im. Armanca hebûna min jî vegotin e. Ji bo sûcê endamtiya rêxistinê delîleke tenê di destê wan de heye û ew jî navê min ê ku li ser kunyeya rojnameyê hatiye nivîsandin e.
Doza Ozgur Gundemê
Piştî di 16ê Tebaxê de 8. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê Ozgur Gundemê de biryara girtinê da, polîsan avêtibûn ser avahiya rojnameyê û di dawî de gelek xebatkar, nivîskar û rêvebirên rojnameyê binçavkiribûn.
Polîsan di 17ê Tebaxê de avêtin ser mala Asli Erdogan û piştî binçavkirina 2 rojan dadgehê derbarê wê de biryara girtinê da.
Înan Kizilkaya û Zana Kaya di serdegirtina avahiya rojnameyê de hatibûn binçavkirin û derbarê her duyan de jî di 22ê Tebaxê de biryara girtinê hat dayîn. Zimanzan Necmiye Alpay jî ji ber tevli kampanyaya ‘Nobeariya Weşanê’ ya ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûbû, di 31ê Tebaxê de hatibû girtin.
Îdianameya dozê di 23ê Îlonê de hatibû qetilkirin. Di heman rojê de dadgehê girtina Erdogan û Alpay ya ji ber qanûna 301an betal kir, lê ji ber ku ji qanûna 314an jî derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, wan serbest bernedabûn.
Înan Kizilkaya ji dozên kampanyaya ‘Nobedariya Azadiyê’ jî tê dadkirin.
(EA/YO)