Ji bo nûçeya Tirkî
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê AKPê Binalî Yildirim wezîfedar kir ku hukimeta 65. ava bike.
Davutoglu îstîfa kir
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re li qesrê hevdîtinek pêk anî û piştî wê hevdîtinê Davutoglu ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Piştî Davutoglu îstifa kir; Binalî Yildirim ku di kongreya AKPê de weke serokê giştî hat bijartin, çû qesrê ku ji bo avakirina hukimetê destûr ji Erdogan hilîne.
Di daxuyaniya serokomariyê da de wiha hat gotin: ‘Serokomarê me îstîfaya Lijneya Wezîran ku ji hêla Davutoglu ve hat dayîn de, qebûl kir.’
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan ji bo avakirina hukimeta nû, Binalî Yildirim wezîfedar kiriye.
Daxuyaniya ji hêla serokomariyê dayî de, hat gotin ku heta Binalî Yildirim hukimeta nû ava bike dê Davutoglu li ser karê xwe be.
(EKN/YO)