Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Bikeyskirinê ya Piyasaya Enerjiyê (EPDK) aşkere kiriye ku bihayê xaza siruştî di navbera ji sedî 13,73yê û 14,97ê hatiye zêdekirin.
Saziyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Şîrketa Anonîm ya Veguhastina Petrolê û Xetên Boriyan bihayê xaza siruştî yê nû ragihandiye. Li gorî vê biryarê, ji bo xaniyên ku xaza siruştî salane di bin 300 hezar metrekupan û berjêrtir xerc dikin, bihayê xaza siruştî li derdora 14,97an hatiye zêdekirin.
Ji 1ê Tebaxê û pê de wê derbas bibe
Bihayê xaza siruştî ji bo cihên zêdetirî 300 hezar metrekupan û Herêmên Pîşesaziyê yên Organîzekirî û cihên din jî bihayê xazê ji sedî 13,73yan hatiye zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev biryar wê ji 1yê Tebaxa 2019ê û pê de bikeve meriyetê. (EMK/FD)