Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî xwe ji ber biryara zêdekirina faîzê ji Banqeya Navendî aciz kir.
Erdoganî gotiye:
“Dibêjin serxwebûn. Ev e ji we re serxwebûn. Vêca em ê encamên serxwebûna we bibînin. Ez niho di dema sebirkirinê de me. Lê heta derekê ez ê sebir bikim...”
Erdoganî li ser bêqîmetbûna Lîreyên Tirkan(TL) diyar kiriye ku “ev yek bi serê xwe sûîkasteka ekonomîk e.”
Serokkomarî daye zanîn ku hin kes pereyan didanin ser hev û gotiye:
“Ew kesên stokan çêdikin dê hesabê vê yekê bidin. Em ê meydanê ji wan kesan re nahêlin ku hewil didin dewletê bêxe di tengasîyê de.”
Plana ekonomiyê
Wezîrê maliye û xezîneyê, Berat Albayrakî diyar kiriye ku ew ê 20ê Îlonê Plana Demkî ya Ekonomiyê eşkere bike.
Wezîrî diyar kiriye yekem armanca wan kêmkirina enflasyonê ye.
Bixwîne - Mezintirîn fona Tirkiyeyê êdî di bin fermandariya serokkomarî de ye
Albayrakî diyar kiriye rêjeya xerckirina neplankirî dê ji sedî 2ê kêmtir bibe. Banqeya Navendî 6,5 puanan faîz zêde kiribû. Wezîrî diyar kiriye:
“Digel ku Recep Tayyip Erdoganê serokkomar diyar kiribû ew li dijî faîzê ye, Banqeya Navendî faîz kir, ev jî eşkere dike ew banqe serbixwe ye.
“Di rêbiriya Fona Varlikê de, ew kesên xwedan-tewcribe hene.
“Hêza herî mezin a fonê ew e ku serokkomarê me bawerîyê bi wê fonê dide karsazan.”
Fona Varlikê di bin fermana serokkomarî de ye
Dewleta Tirkiyeyê li Rojnameya Fermî fermana 162 û 163yê weşandiye. Li gor fermanê êdî Fona Varlikê di bin fermandariya Recep Tayyip Erdoganê serokkomar de ye.
Varlik bi zimanê tirkî tê wateya heyîn û hebûnê. Tirkiyeyê heyîna xwe ya maddî bi wê ve girê daye û diyar dike bi vê yekê ekonomiya wê yekdesttir û xurttir e.
11 şirketên dewletê yên girêdayî wê fonê ne ev in: Ziraat Bankası, BOTAŞ, PTT, TÜRKSAT, Türkiye Petrolleri, ETİ Maden, Türk Telekom, Halk Bankası, THY û Çaykur.
Wezîrê xezîne û maliyeyê, Berat Albayrak serokê-wekîlê Fona Varlikê ye.
26ê Tebaxa 2016ê bi dengên parlamenterên AKP(Partiya Edalet û Pêşdeçûnê) yasaya avakirina Fona VArlikê hatiye qebûlkirin.
Lîreyê Tirkan mecbûrî ye
Biryara serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî li Rojnameya Tirkiyeyê hatiye weşandin. Li gor biryarnameyê li Tirkiyeyê bivê-nevê kirîn û kirêkirina her tiştî dê bi TL(Lîreyên Tirkan) be.
Biryarname ji bo “guhertina qanûna parastina qedrê pereyê tirkan hatiye weşandin.”
Bi tenê heke Wezareta Xezîne û Maliyeyê biryarê bide, ji bo wan kiriyarên wezaretê biryar dayî pereyên dî jî dê bê şixulandin.
Li gor biryarnameyê bivê-nevê divê hemî hevpeymanên ne li ser Lîreyên Tirkan hatî kirin bêne guhertin.
(HK/MB)