Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dewleta Tirkiyeyê îro li Rojnameya Fermî fermana 162 û 163yê weşandiye. Li gor fermanê êdî Fona Varlikê di bin fermandariya Recep Tayyip Erdoganê serokkomar de ye.
Varlik bi zimanê tirkî tê wateya heyîn û hebûnê. Tirkiyeyê heyîna xwe ya maddî bi wê ve girê daye û diyar dike bi vê yekê ekonomiya wê yekdesttir û xurttir e.
11 şirketên dewletê yên girêdayî wê fonê ne ev in: Ziraat Bankası, BOTAŞ, PTT, TÜRKSAT, Türkiye Petrolleri, ETİ Maden, Türk Telekom, Halk Bankası, THY û Çaykur.
Wezîrê xezîne û maliyeyê, Berat Albayrak serokê-wekîlê Fona Varlikê ye.
26ê Tebaxa 2016ê bi dengên parlamenterên AKP(Partiya Edalet û Pêşdeçûnê) yasaya avakirina Fona VArlikê hatiye qebûlkirin.
(AS/MB)