Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan got “em ê berhemên elektronîk ên amerîkayê boykot bikin” hin welatiyan bi peyama “ez ji ber boykotê IPhoneya xwe difiroşim” îlana firotinê li malperên kirîn-firotinê danîye.
Hin firoşkaran îlanên xwe yên kevin jî guhertine û navê “boykot”ê lê zêde kirine.
Îro siet 10.00ê bihayê Dolaran 6.2160, yê Euroyan 7,0385 TL(Lîreyên Tirkan) e.
Piştî qîmetê Lîreyên Tirkan li hemberî Dolaran ketî, serokkomarê Tirkiyeyê duhî diyar kir ku ew ê berhemên amerîkayê boykot bikin.
Erdogan: Em ê Berhemên Elektronîk yên DYAyê Nekirin
Pêşniyara recep Tayyîp Erdogan a ji bo bihabûna Dolaran a li hemberî TLyan(Lîreyên Tirkan) boyqotkirina berhemên DYAyê8Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û hilberandina berhemên ji wan baştir e.
Erdogan di daxuyanîya ku li ser kêmbûhabûna TLyan (di 2018an de %40 qîmetê TLyan kêm bûye) de got ku “îro, Tirkiye di dinyayê de xwedîya sîstema herî baş a bankêrîyê ye.”
“Ji îro pê de her berhemên bi dovîzê tên kirîn em ê hilberînin û em ê bifiroşin derve. Em ê boyqotê deynin ser berhemên elektronîk yên DYAyê.”
(BK/MB)
*Boyqot/boykot: Ji bo pêkanîna armancekê û çêkirina guvaşa li ser aliyekê, betalkirina têkiliya bi aliyên peywendîdar re ye.