Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber bihabûna dolarê her çiqas diçe pereyê Tirkiyeyê erzantir dike. Bo vê sedemê jî bihayê pompayê benzîn û mazotê zêdetir bûn.
Jî îşev şûnde şîrketên ponpeyê ji bo lîtreya benzînê 16 krş, ji bo mazotê jî 15 krş zêdetir kirin.
Bi vî awayî piştî 2.5 salan şûnde careke din bihayê benzînê ji 5 TLyan derbastir bû.
Dî vê çarçoveyê de Tijekirina depoyeke 50 litreyî; ji bo wesayîtên bi benzîn 15.5, bo wesayîtên bi mazot jî 13,5 biha bû. Di nav 42 dewletên Ewropayê de Tirkiye di rêza 12. de ye ku benzîna herî biha bi kar tîne.
(EKN/YO)