Xelkê Hatayê di duyemîn salvegera erdhejên 6ê Sibatê de ji bo bîranîna windahiyên xwe daket qadan.
Bîranîn li navenda bajarê Antakyayê û Meydana Ugur Mumcu ya Defneyê ku di erdhejê zêde bandor lê kiribû, hatin lidarxistin. Tevî baranê jî ji çar aliyê bajêr şêniyên Antakyayê beşdarî çalakiyên bîranînê bûn.
Bi kordînasyona Walîtiya Hatayê li Koprubaşiyê, li ber Parka Yunus Emre ji aliyê Platforma 6ê Sibatê ve, li Qada Ugur Mumcu jî ji aliyê Koordînasyona 6ê Sibatê û Şaredariya Defneyê ve 4 merasîmên cuda yên bîranînê hatin lidarxistin.
Platforma 6ê Sibatê ya ji partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên ked-pîşeyî pêk tê, li Parka Yunus Emre ya li nêzî Koprubaşiyê hatin cem hev.
Welatiyan bê navber dirûşmên "Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin, em ê li hev neyên" û bi erebî "Me rıhna nıhna hon"( Em neçûn, em li vir in) berz kirin. Dema saet bû 04.17, ji bo kesên di erdhejê de mirine deqeyek rêz hat girtin.
Welatiyan piştre qurnefîl, şaxên defneyê û rihan avêtin Çemê Asiyê.
Her weha polîsan ji bo ku gel ji Kolana Înonu ber bi Koprûbaşiyê ve neçin barîyer danîn. Di bîranînê de welatiyan ji ber bariyeran bertek nîşanî polîsan dan û dem bi dem alozî derket.
#6Şubat2Yıl | Hatay/Antakya: İnönü Caddesi üzerinden Köprübaşı istikametine yürümek isteyen yurttaşlar, polis tarafından engellendi.
— bianet (@bianet_org) February 6, 2025
📹 Video: @VecihCuzdan pic.twitter.com/ByKEsWHSAh
Welatiyan bi tilîlî û çepikan bertek nîşanî polîsan dan û dirûşmên "Hikûmet îstifa" berz kirin.
Piştî girseyê xwe li bariyeran girt, polîsan herî kêm 2 kes destê wan ji piştê ve kelemçe kir û desteser kirin.
Di çarçoveya çalakiya bîranînê de li qada ku Apartmana Rana ya hilweşiyayî ku parêzvanên mafên mirovan Hatîce Can û Mîthat Can lê jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyek hat dayîn.
Kurê Hatîce û Mîthat Can, Eren Can jî got, "Bi rihê têkoşîna ku min ji dayik û bavê xwe girtiye, em bi malbatên din ên erdhejê re têkoşîna edaletê didin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî got, “Antakya ne tenê avahî, rê û kolan e. Bajarekî kevnar e. Antakya dîrok e. "Em ê bi hev re xwe û bajarê xwe ji nû ve ava bikin".
Di çarçoveya çalakiya din a bîranînê de ku ji aliyê mûxalefeta bajêr ve di bin navê "Koordînasyona 6ê Sibatê" hat lidarxistin de, ji Qada Aalen heta Qada Ugur Mumcu meşek meşaleyî hate lidarxistin.
Di meşê de pankartên "Em ê ji bîr nekin, em efû nekin, em ê hesab bipirsin!" hatin vekirin. Her weha bê navber dirûşmên "Bi tena serê xwe rizgarî nîne, an hemû bi hev re an jî tu kes" û bi erebî "Me rıhna nıhna hon" (Em neçûne, em li vir in) hatin berzkirin.
#6Şubat2Yıl | Hatay/Defne: 6 Şubat Koordinasyonu’nun çağrısıyla Aalen Alanı’nda bir araya gelen yurttaşlar, Uğur Mumcu Meydanı’na yürüyor. pic.twitter.com/1DLNt2qClA
— bianet (@bianet_org) February 6, 2025
Çalakiya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin û daxuyaniya li Qada Ûgûr Mumcu bi dawî bû.
Şaredariya Defneyê jî li heman qadê platformeke bi navê “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” saz kir. Girseya gel li vir kom bû û windahiyên xwe bi bîr anîn.
Di bîranîna fermî de ji bo ‘barîyeran’ bertek hat nîşandan
Di çarçoveya çalakiya bîranînê ya ku bi koordînasyona Walîtiya Hatayê hat lidarxistin de gel li Parka Valî Urgen kom bûn.
Welatiyên ku li benda merasîma fermî ya li nêzî parkê bûn, di saet 03.30an de bertek nîşan dan ku bariyerên polîsan hê nehatibûn rakirin.
“Acımızı Yaşayamıyoruz!” - Vali Ürgen Parkı’nda resmi tören için bekleyen Hataylılar hala içeri alınmamalarına tepki gösteriyor. pic.twitter.com/GXhrwPmIRm
— Kazım Kızıl (@kazimkizil) February 6, 2025
Di "Meşa bêdeng" a ku saet 03.45an de dest pê kir de bi hezaran kes ji Kolana Ataturkê berbi Qada Cûmhûriyetê meşiyan.
Di saet 04.17an de ku erdheja ewil pêk hat, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane 65 saniye rêz hat girtin û paşê Sirûda Neteweyî hat xwendin. Di bernameya bîranînê de nûnerên her sê olên esmanî yek bi yek dua kirin.
Piştre jî ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane qurnefîlên sor avêtin Çemê Asiyê.
(VC/AY)