Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê navê 7 rêxistinên ku beşdarê agirbesta li Sûriyê dibin, diyar kir.
Li gorî daxuyaniya wezareta Rûsyayê endamên 7 rêxistinên ku beşdarê agirbestê bûne nêzî 50 hezaran e.
7 rêxistin
Li gorî daxuyaniyê navên 7 rêxistin û hejmara wan rêxisitinan bi vî rengî ye:
Feylak el Şam: Li Heleb, Idlîb, Hama û Hims. 4 hezar endamên wan hene.
Ahrar’uş Şam: Heleb, Şam, Deraa, Idlîb, Lazkiye, Hama û Himsê. Nêzî 16 hezar endamên wan hene.
Ceyşul Îslam: Heleb, Şam, Deraa, Deyr ez-Zor, Lazkiye, Hama û Hims. Hejmara endamên wan nêzî 12 hezar e.
Suwar el Şam: Li Heleb, Idlîb û Lazkiye. 2 hezar û 500 endamên wan hene.
Ceyşıl Mucahidîn: Heleb, Idlîb, Hama. 8 hezar.
Ceyş Idlîb: Idlîb, 6 hezar.
Cebhe eş Şamiye: Heleb, Idlîb, Şam. 3 hezar.
Suriye: DAIŞ û El Nusra di agirbestê de nîn in
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê DAIŞ û El Nusra (û komên girêdayê wan rêxistinan) di nav agirbestê de nîn in.
(HK/YO)