Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di salvegera kuştina Tahir Elçî de wê çalakiyên bîranînê were lidarxistin.
Elçî di 28ê Mijdara 2015an de li Amed Sûrê li ber Mîneraya Çarlingê dema daxuyanî dida ji çapemeniyê re bi guleya li serê wî ketî ve hate qetilkirin. Lêpirsîna derbarê qetilkirina Tahir Elçî de hêj nehatiye temamkirin û doz nehatiye vekirin.
Di 28ê Mijdarê saet 10:53an de wê li ber Mînareya Çarling cihê ku Tahir Elçî hatiye qetilkirin daxuyanî ji çapemeniyê re were dayîn. Piştre wê li Gorîstana Yenikoyê mexberê Tahir Elçî were ziyaretkirin û belgefîlmek dê were nîşandan.
Her wiha li Amed Sumer Parkê raxistek jî were lidarxistin.
Di 29ê Mijdarê de li Stenbolê li Salona Konferansa Leyla Gencer a Şaredariya Bakirkoyê ji hêla Weqfa Hrant Dink û Baroya Amedê ve wê bernameya bîranînê were lidarxistin.
Di 30ê Mijdarê saet 18:00an de li Sînemaya Bajêr a Amedê belgefîlmek dê were lidarxistin.
Wê 1ê Kanên de jî li Daristana Tahir Elçî dar were danîn.
Di 2ê Kanûnê saet 13:00an de wê li Salona Konferansa Yekîtiya Odeyên Esnafên Amedê de panela bi navê “Tahir Elçî û Têkoşîna bo Mafên Mirovan” wê were lidarxistin.
Lêpirsîna derbarê kuştina Tahir Elçî de
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi di 28ê Cotmeha 2015an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê ji bidawîbûna şer û qedexeyan daxuyanî dida ji çapemeniyê re hatibû kuştin.
4 meh piştî kuştina Tahir Elçî paşê li cihê ku lê hatibû qetilkirin lêkolîn hat kirin
Heta vê demê ti doz nehatiye vekirin û derbarê lêpirsînê de jî biryara veşartinê heye.
(AS/YO)