Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo Şansal Barbaros kampanya da destpêkirin ku ew serbest were berdan û kesên kul i balafirgehê êrişî wî kiribûn jî were darizandin. Di kampanyaya destpêkirî de hat gotin ku parvekirinên di medyaya civakî de divê di çarçoveya azadbûna xweîfadekirinê de were qebûlkirin.
Şansal Barbarosê ku ji ber parvekirinên di medyaya civakî ji Qibrîsê hat hat dersînorkirin û dema anîne Tirkiyeyê jî piştî lînckirinê bi heman hincetî hate girtin.
Di metna kampanyayê de bang li rayedarên hukimetê hat kirin ku Barbaros bêyî ti hincetî demildest serbest were berdan.
Barbaros Şansal ji ber parvekirinên twitterê bi îdiya ‘gel tehrîkê kîn û dijmintiyê kiriye’ ve hatibû girtin.
“Azadiya xweîfadekirinê”
Di metna Rêxistina Bexişînê de wiha hat gotin:
“Peyam û twîta ku Şansal parvekiriye di çarçoveya mafê xweîfadekirinê de ye. Divê derbarê wê yekê de lêpirsîn an doz neye vekirin û nebe hinceta cezadayînê.”
Çi bûbû?
Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Şansal piştî van parvekirinên li Qibrîsê ji hêla gelek aliyan ve hedef hat nişandan û rastî gefxwarinên mezin hat û di heman rojê de ji Qibrîsê hat dersînorkirin.
Dema wî anîne Stenbolê li balafirgehê li ber polîsan komek êrişî wî kirin û ew birîndar bû û ew bi wî halê xwe hat binçavkirin.
14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîalaya ji ber parvekirinên di medyaya civakî de; bi sûckirina ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê Şansal de biryara girtinê da.
(AS/YO)